1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Şengalê fermanek nû ye"
"Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Şengalê fermanek nû ye","êrîşa,tirkiyeyê,ya,li,hemberî,şengalê,fermanek,nû,ye"

"Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Şengalê fermanek nû ye"

A+ A-

DIHABER/AMED - Jinên Amedî, êrîşên TSK'ê ya bi balafiran li ser Rojava û Şengalê pêk anîn şermezar kirin û êrîş wekî fermaneke nû ya li hemberî êzîdîyan nirxandin.

Jinên Amedî yên li hemberî êrîşa hewayî ya Tirkiye li dijî Rojava û Şengalê pêk anî şermezar kirin. Jinan êrîşa li hemberî Şengalê wekî fermaneke nû ya li dijî êzîdiyan pênase kirin. Jina bi navê Şukriye Çalpan êrîş şermezar kir û wiha got: "Çi karê Tirkiyeyê li Şengalê û Rojavayê heye. Rojava û Şengal ên kurdan e. Heke Tirkiye jî vê qebûl bike, dê baş bibe. Tirkiye bi polîtîkayên şerî nikare biçe cihekî jî."

‘YA KU DAIŞ NÎVCO HIŞT ERDOGAN DIXWAZE TEMAM BIKE'

Ayten Çelik a 70 salî, anî ziman ku divê tu kurd van êrîşên Tirkiyeyê qebûl neke û wiha axivî: "Erdogan tu tişt nema ku enanî serê kurdên li Tirkiyeyê. Lê belê tiştên li vir têra wî nekirin. Vê carê jî êrîşî gelê Şengal û Rojavayê uên ku bi dehan şehîdên xwe xaka xwe parastin û azad kirin dike. Ev barbartî ye. DAIŞ ne bes bû, îjar Tirkiye jî êrîş kir. Van êrîşên wanên DAIŞ'warî nayên qebûlkirin. Bila Tirkiye dev ji van êrîşan berde, an jê dê winda bike."

‘DIVÊ GELÊN CÎHANÊ BERTEK NÎŞAN BIDIN'

Zekiye Yilmaz a got "Tirkiye bi van êrîşên xwe careke din nîşan da ku li kêleka DAIŞ'ê cih digire" jî anî ziman ku, Tirkiye li her derî dijminatiya kurdan dike. Yilmaz wiha domand: "Hîn jî fêm nakim ji bo çi dê gelê Şengal û Rojavayê jib o Erdogan talûke bin. Tenê sedem dijminatiya bi kurdan re ye. Li kuderê xakeke kurdan hebe Tirkiye êrîşî wê dike. Bi êrîşan em ê dev ji xakên xwe bernedin. Bila ew dev ji van êrîşên xwe berdin. Heke Erdogan dixwaze tiştekî baş bike, di destê DAIŞ'ê de bi hezaran jinên êzidî hene, divê biça wan xelas bike û li dijî DAIŞ'ê şer bike."

Yilmaz, xwest ku di serî de jinên kurd û bi geştî jî hemû gel li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin.

‘ROJAVA Û ŞENGALÊ BI BERXWEDANA XWE NÎŞAN DAN KU EW Ê NEYÊN QEDANDIN'

Belgin Dikken a ku êrîş şermezar kirin wiha axivî: "Heke dewleta Tirkiyeyê difikire ku ew ê bi kuştin, êrîş û tepisandinê gelê kurd biqedîne, xwe dixapîne. Kurd bi kuştinan naqedin. Ji xwe gelê Rojava û Şengalê bi têkoşîan xwe nîşan dan ku ew bi mirinê naqedin. Em li gel gelê Şengal û Rojavayê ne. Çawa ku gelên cîhanê piştevaniya têkoşîna Rojavayê kirin, divê êrîşên Tirkiyeyê jî qebûl nekin. Divê bertekê nîşan bidin."

‘ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ YA LI HEMBERÎ ŞENGALÊ FERMANEKE NÛ YE'

Jina bi navê Besna Efe jî diyar kir ku divê Tirkiye demildest dev ji van êrîşan berda û got, ev êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê fermaneke nû ye. Efe, dest nîşan kir ku li hemberî gelê êzidî fermana dawî jî bi destê Erdogan tê kirin. Her wiha Efe li hemberî bêdengiya Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya ji bo êrîşan jî bertek nîşan da û wiha got: "Divê Barzanî li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Divê bertekê nîşan bide. Bi bêdengiya xwe êrîşan dipejirîne. Divê ji kalikên xw efedî bike, bêdengiya wî şermeke mezin e. Bila îxanetê li birayên xwe neke. Bila bibe yek."